Break newsNûçeslide

PYD gefan li malbatên pêşmergên Roj dike

Yekîtî Media 20/3/2017

Çekdarên PYD ji çend malbatên pêşmergên Roj xwestin ku fişarê li zarokên xwe bikin daku ji rêzên pêşmerge derkevin, di bin gefa sergonkirina wan ji Kurdistana Sûriyê û desteserkirina samanên wan.

Jêderekî taybet ji bajarê Dêrikê ji Yekîtî Media re ragihand, ku çekdarên PYD hejmarek ji malbatên pêşmergên Roj xwestin û fişar li wan kirin ku zarokên xwe ji nav rêzên pêşmerge derxin di bin gefa sergonkirina wan ji Kurdistana Sûriyê.

Herweha li bajarê Qamişlo, çekdarên PYDê endamê PDK-S Mihemed Emîn ji dikana wî revandin bi behaneya ku du birayên wî di nav hêza pêşmergeyên Roj de ne.

2

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button