Break newsNûçeslide

PYD berdewam e di girtina çalakvanên siyasî de û ENKS şermezar dike

Yekîtî Media 16/12/2016

Nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa ragihand, ku çekdarên partiya Yekîtiya Demokrat PYD endamê partiya Demoqratî Kurdistanî – Sûriya PDK-S , Seîd Yûsiv, roja pêncşemê, ji gundê Dêrûna Axê li devera Aliyan revandin.

Herweha nûçegihanê Yekîtî Media li Dêrikê ragihand, ku çekdarên PYD, roja sêşema borî, endamê PDK-S Nasir Ehmed Badir ji gundê Kelehê li devera Koçerat revandin.

Derbarî van kiryarn, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek belavkir, têde ev kiryar bi tundî şermezarkirin ku nakevin xizmeta yekrêziya Kurdî û berjewendiyên miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button