Break newsNûçeslide

PSK: Bê qeyd û merc piştgiriya referenduma serxwebûnê dikin

Yekîtî Media 23/8/2017

Lijneya Rêvebiriyê ya navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) piştî civîna xwe daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir.

Ev jî naveroka daxûyaniya PSK ye:

PSK: Bê qeyd û merc piştgiriya referendûma serxwebûnê dikin

Lijneya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, di 18.08.2017an de li Agiriyê civiya. Di civînê de mijarên ku di rojevê de ne hatin nirxandin û biryar hat stendin ku encamên li jêr jibo çapemenî û raya giştî bên belav kirin.

Partiya me, pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê ku dê di 25ê Îlonê de were çêkirinê, di nêzîk de dişopîne û bê qeyd û merc piştgiriya hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeyên têkildar ên siyasî û diplomatîk dike.

Her weha partiya me bi her awayî beşdarê xebata Înîsîyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûnê dibe ku bi armanca li Tirkiyê û Kurdistanê jibo referandûmê piştgiriyê peyda bike. Partiya me heman demê de rûmeteke mezin dide hewldanên bi vê awayî

PSK ji aliyê din, di serî de li Avrupayê di nav xebatên piştgiriya referanduma serxwebûnê de cî girtiye û bi hemî dezge û yekîneyê xwe hêz dide vê pêvajoyê.

Ji aliyê din wek tê zanîn İnîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê di çerçoveya bernama xwe ya xebatê de biryar dabû ku li Tirkiyê û Kurdistanê civînên cuda çeke. Lê belê hinek ji van civînan ji aliyên waliyan ve bi awayeke keyfî û li dijê hiquqê hatin qedexe kirin. Şik tune ye ku ev helwesta waliyan li dijê hiquqa gerdûnî û pirensîbên demokrasiyê ye û jibo mafê xwe îfadekirin û rêxistkirinê derbeyeke mezin e. Bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) û KHK qedexekirina civînên me nişana wê yekê ye ku Tirkiye çiqasî ji hiquqê dûr ketiye û ber bi otoriteriyê ve diçe.

Eşkere ye ku Tirkiye çawa duh bi Rewşa Awarte û metodên ne demokratik negihîşt tu derekê, îro jî bi heman rêbazan nagihije tu cihekî. Çareserî di demokrasiyê de ye û divê riya aqil û ferasetê bê pejirandin. Di vê çarçoveyê de divê demeke zûtir Rewşa Awarte bê betal kirin û jibo asayîkirina pêvajoyê gav bên avêtin. Beriya her tiştî jî pêwîst e bi armanca safîkirina pirsa Kurd bi awayekî aştiyane û bi diyalogê zemîneke guncav bê pêkanîn.

Ev car jî terorê rûyê xwe yê reş li Îspanya bajarê Barselonayê nîşan da. Di encama êrîşa terorê ya hovane de bi dehan kesên bê tawan mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Em wek partî ji vê bûyerê xemgîn in û vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Careke din eşkere bû ku teror tu ferqê naxe nava ol, mezheb û neteweyan; hedefa wê hemî mirovahî ye. Ev jî nîşan dide ku teror tenê dikare bi hevkariyeke navneteweyî û bi tevdîlên rêk û pêk bê têkbirin.

Lijneya Rêvebiriya me ya Merkezî di civîna xwe de her weha li ser xebat û pirsgirekên partiyê û qapasita pêwendiyên me yên bi gel re jî sekini û di vê derbarê de gihişt hin encaman. PSK heman demê de bi biryar e ku bibe bersîv û navçeya lêgerina gelê me û vî ya jî jibo xwe wek erkek dîrokî û hebûnê destnîşan dike.

Lijneya Rêvebiriya Merkezî ya PSKê biryar da ku civîna xwe ya li pêş, di 25ê Îlonê de, di demeke dîrokî de li paytextê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê çêke.

21-8-2017

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Lijneya Rêvebiriyê ya Merkezî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button