Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Projedestûra Rûsya jibo Sûriyê, çi tê de heye?

Yekîtî Media 26/1/2017

Rûsiya projedestûreke nû jibo Sûriyê amadekiriye radestî şanda opozîsyonê li Astanayê kir.

Hîn nehatiye zelalkirin, ka ew destûra Rûsyê pêşkêşî opozîsyonê kiriye çi tê de heye, lê opozisyon wê yekê red dike û dibêje danîna destûreke nû ji mafê gelê Sûriyê ye û nabe welatekî din destêwerdanê bike.

Nehatiye zanîn jî, ka Rûsiyayê ew heman projedestûra nû pêşkêşî şanda rêjîma Sûriyê kiriye yan na. Lê berî niha jî behsa wê yekê dihat kirin, ku Rûsiya destûreke nû wek proje daye rêjîmê jî, lê rêjîmê ew nûçe red dikirin.

Projedestûra Rûsî  ya ku dihat gotin radestî rêjîmê kiriye, hin xalên wê hatibûn aşkerekirin, ku ew proje mafê Kurd li Sûriyê diparêze. Ji wan xalan jî  guhertina mada yekem ji destûra 2012an, navê Sûriyê bibe Komara Sûriyê. bê gotina Erebî.

Herweha Sûriya nû bê nasnameyeke olî be û wekheviyeke temam di navbera herdu zimanên Erebî û Kurdî de hebe, wek du zimanên fermî, bê liberçavgirtina rêjeya Kurdan li Sûriyê ka çende. Herweha wekhevî ne tenê di ziman de, lê belê Kurd hevpar bin di ax û siyasetê de jî. Herweha bi çêkirina sîstemê “Nenavendî” li Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button