Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Potîn û Erdogan li ser çend xalan derbarê Sûriyê li hev kirin

Yekîtî Media 3/5/2017

Di hevdîtina xwe ya li Soçî li Rûsyayê, Serokdewletê Rûsya Vladimir Potîn û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan, daxûyaniya hevkariyê dan.

Serokomarê Tirkiyê got ku: “Hevkariya Rûsya û Tirkiyê, dikare qedera Rojhilata Navîn biguherîne. Bi Rûsya re li ser krîza Sûriyê hevxebatên me dê dom bikin. Ji bo me ya herî girîng parastina yekxakî, yekparçeyî ya Sûriyê ye. Em hêvîdar in li devera Idlib herêma ewle bê destnîşandan û bi hevkariya me, ew serbikeve.”

Ji aliyê xwe ve Potîn spasiya seredana Erdogan kir û got ku: “Çareseriya li Sûriyê siyasî ye û divê bi rêya danûstandinan û diplomasiyê serbikeve.”

Her dû welatan li ser gelek pêwendiyên aborî jî li hevdû kirin, ku pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button