Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Pompiyo li gel Fûad Hisên kongirekî rojnamevanî li dar dixe

Yekiti Media

Wezîrê Derve yê Emerîkî Mayik Pompiyo û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên roja Çarşemê 19-2-2020 li Washingtonê  kongirekî rojnamevanî li darxistin.

Di kongir de Mayik Popiyo doz li hikûmeta Iraqî kir ku di budceyê de li hikûmeta herêma Kurdistanê bighêje rêkeftinekê û hişyarî da serok wezîrê Iraqî ji liv û tevkera girûpên çekdar û anî ziman ku ne evaya wan di bin kontrola hikûmetê de ne.

Pompiyo doz hilbijartinên rewa li Iraqê kir û tekez kir ku wê Emerîka ji Iraqê re piştgir be da ku aramî û aştî li deverên rêzgar kirî  cihbigre.

Di heman kongirê de wezîrê Emerîkî doz li hikûmeta Iraqî kirk u dawiya gendeliyê bîne û doz kirk u mûçeyên herîma Kurdistanê werin radest kirin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Iraqî Fûad Hisên ragihand ku Emerîka hevbeşê Iraqê ye û emê kar û xebatê bikin da ku ev hevpemanî bimîne û bi hêztir bibe.

Hisên diyar kir ku bingeha siyaseta wezareta derve ya Iraqî bercewendiyên Niştimanî yên Iraqê ye, û ew yek ferzdike ku têkiliyî li gel welatên herêmê bi hêzbin û berdewam bikin.

Tê zanîn ku serok wezîrê Iraqê Mistefa Elkazimî dê serdana Emerîka bike û li gel serokê Donald Tiramp bi cive.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button