Break newsNûçeslide

Piştî 6 meh zindan Dadgeheke PYDê Xiyas Ismaîl cardî binçav dike

Yekîtî Media 17/8/2017

Dadgeha gel ya girêdayî partiya Yekîtiya Demkratîk PYD Xiyas Ismaîl endamê PDK-Sê piştî ku 6 meh di zindanê de qedand cardî ew binçavkir, piştî ku îro dema sibeha Xiyas vexwendibû dadgehê.

Tê zanîn ku Xiyas roja 16/8/2017 li bajarê Dêrikê ji rex asayişa PYD ve hatibû binçavkirin dema ku beşdarî mangirtineke ENKSê dibû.

Xiyas Ismaîl sala 1974an li gundê Bane Qesrê yê gundewarê Dêrikê jidayik bûye, xêzandar e û kurekî wî heye, ew karmend e di zeviyên petrolê yên Rimêlanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button