Pirtûka Rengvedana Dîroka Kurdî Di Helbestên Cegerxwîn De Derket

Yekîtî Media
RENGVEDANA DÎROKA KURDÎ DI HELBESTÊN CEGERXWÎN DE Pirtûkeke nû hate weşandin (342 rûpel), nıvîskar Ibrahîm Ibrahîm weha dibêje:
Di rojhilata navin de kurd di her warî de ne kêmî miletên derdora xwe ne. Hebûna wan di hemî serdemên dîrokî de (kevin, navîn, nûjen û nûdem) berbiçav e. Pêkhateyên wan ên siyasî u çandî di dîrokê de mîna her miletên din geh xurt dibûn, geh lawaz dibûn.
Kurdan di dîrokê de dewlet û mîrneşîn damezrandibûn û bi hêzên sereke yên herêmê re rikberî û nakokî dikirin. Pişkdariyên wanî cûrbecûr di dîrokê de hebûn, nexasim di serdemên islamî de. Lê mixabin dîroknûsan rastiya di derheqê wan de ne gotine û dîroka wan ketiye bin barê guhertin û sextebaziyê.
Cegerxwîn di dîroka wêje û edebiyata kurdî ya modern de gewretirîn helbestvanê kurd e. Bi berhemên xwe yên cûrbecûr çanda kurdî dewlemend kiriye. Bi jîrbûn û zanebûneke serkeftî, di helbestên xwe de êşên miletê xwe û dîroka wî, veguheztine mijarên welatperwerî, civakî û mirovî. Ya ji wan giringtir ev e ku, xiznên pêzanîn û amajeyên dîrokî ku helbestên wî di bin perrên xwe de vedişartin. Lewra jî me ji bo lêkolînê, helbestên cegerxwîn hilbijartin. Da em bibînin bê çawa dîroka kurdan di wan berheman de reng vedaye û peywendiya navbera helbestên wî û dîroka kurdan bi awayekî zelal û tekûz bidin xuyakirin.
Lêkolîn ji van xalan pêktê:
– Dergehek em tê re derbas dibin jînenîgariya helbestvan a kesayetî , wêjeyî, nîrên civakî, aborî û siyasî yên ku pişkdarî û bandora xwe di avakirina keseyet û çanda wî de kirine, li gel xwezaya peywendiya di nav helbest û dîrokê de li gorî nerînên feylesûf, dîroknûs û helbestvanan.
– Sê beş, di her beşekê de çirûskin ji dîroka kurdan di serdemeke dîrokî de; kevin, navîn, nûjen û nûdem. Nakokiyên wan ên siyasî û diyarkirina pişkdariya wan a şaristanî di her demekê de. Dûvre şiroveyek ji hin helbestên Cegerxwîn re û taybetmendiya şêwaza van helbestan û bikaranîna bûyer û kesayetên dîrokî di van helbestan da.
Xweş diyar e ku Cegerxwîn pir caran xwestiye bûyer û kesayetên dîrokî bîne da xwe bi wan bipaye û serbilind bike, serî bi bapîran hilde jor. Xwestiye ku wek dîroknûsekî bûyeran veguhêze, bêyî ku ziyanê bigihîne rastî û pêvajoya wan, bi hostayî ew bikaraniye ta ku helbest û dîrok li ba wî bibin yek gewde, ku mirov nema karibe wan ji hev cuda bike û têkiliyeke xurt û têgihiştî di nav wan de ava bike.
Cegerxwîn bi rewanbêjiya xwe û zimanê xwe yê dewlemend termînolojiyek û ramanek nû afirandiye ku deqên dîrokî nikaribûn bi tena serê xwe wî karî hilgirin.

You might also like

Comments are closed.