
Pirsgirêka YNK û PDKê çawa têt çareserkirin?
Pirsgirêka YNK û PDKê, ne xeyda du eşîran, an du malbatan e. Pirsgirêkek navxweyî a sîyasî ye. Ev pirsgirêk bi damezirandina “sîstema pêşengîya Partîyê” re ava bûye û heta îro didome. Bi peyva “xayîn, cahş, an jî kurdperwer” ev pirsgirêk çareser nabe. Heger bi vê metodê çareser bibûna, ji 1966an de PDK ji Celal Talabanî, îbrahîm Ehmed û rêxistinên wan re “cahşên 66an” gotine. Lê ev xet, rêxistin heta îro xurt bûye û hebûna xwe, desthilatdarîya xwe li ser herêmek Kurdistanê meşandîye. Ne xwe, bi 60 salan, ev pirsgirêk, bi van gotinên navxweyî a sîyasî çareser nebûye!
Îca rûhê vê pirsgirêkê di ku de ye, ku em tilîyê deynin ser?
Min di serî de çi got; “sîstema pêşengîya Partî yê”!
Ev çi ye û ji ku ji kurdan re hatîye?
Ji çepgirîya sîstema Sovyetê ev ji me re hatîye û sistemek pir pir xerabe. Li welatên dagirkirî, ji bona rizgarîya welat, sistema pêşengîya partî pîlanek pir xerab e.
Çima?
Ji ber ku her partî, ji bona xurt bibe û bibe desthilatdar têt bi rêk û pêk kirin. Ev jî dijîtîya partîyên dervê xwe bi xwe re tîne. Heta li henber partîyên din, di herêma xwe de bi dijminan re têkilî jî meşrû dike. Ji ber ku di hedefê de bi tena serê xwe girtina îktîdarê heye. Armanca wê a stratejîk ewe, dixwaze li axa welat bi tena serê xwe desthilatdar be. Ev dîktatorîye û çepgiran, ji ber ku dijminê demokrasîyê ne, ev sîstem ava kirine û ji yên dervê xwe re derfet nehiştine. Ev jî, ji bona miletekî bindest, ku mafên wî yê desthilatdarîyê jê hatibe stendin û welatê wî dagirkirî be re ne çareserîye. Ji ber ku mafê her welatî heye ku ji bona şikenandan nîrê kolonyalîst û bidestxistina desthilatdarîyê li ser axa xwe têbikoşe û di desthilatdarîyê xwe îfade bike heye.
Ev rewş, ku yek partî be û bibe desthilatdar, bi xwe re dîktatorîya burokratîk a partîyê û rejîmek totalîter derdixe holê. Di vî warî de pir mînak hene. Piranî jî li welatên ku bi piştgirîya sovyetê hatine damezirandin. Di nav van mînakan de Sîstema Kemalîstan û BAASê jî heye.
Dema ku (wek Başûrê Kurdistanê PDK-YNK) wek başûrê Kurdistanê du partî, xwe bi hêz bikin. Bibin xwedî dezgehên dewletbûnê, hêza aborî, burokrasîya birêvebirînê û leşkerî-îstîhbaratî, diplomasi ava bikin. Ew du mînakên dewletê ne. Her yek ji xwe re li ser herêma didest de dewletekê li gor mejîyê xwe ava dike!!
Di vir de pirs eve:
Emê bikaribin vê hêzê ji destê van partîyan bigirin û radestî sazîyên dewletê bikin an na?
Bi raya min heta bersîva vê pirsê bi zelalî neyê dan, wê her YNK û PDK bên cem hev, civîna lidar bixin û ji bona ku lihev nekin wê lihev bikin. Dijminê me jî wê ji vê hêzê bigire û her cîh li me teng bike. Ji ber ku herdû hêz jî naxwazin hêza xwe radestî dewletê bikin. Wexta rastî ev be, wê parlemento, sîstema wezaretîyê, artêşa milî, îstîhbarat, aborî her di rewşek xetimandî de bêwate bimîne. Wê her pêşmerge bê mûçe, mamoste bê mûçe bimînin û wê İraq para wan ya butçeyê bike çek û li henber wan bikar bîne. Wê karmendên herêmê jî dakevin kolanan û mûçeyên xwe bixwazin. Lê nayê bîra wan ku bi girseyî li ber parlamentoya Kurdistanê kom bibin û gazî van herdû partîyan bikin, ku hêza xwe radestî parlamentoyê bikin.
Ma we dîtîye ku li başûrê Kurdistanê, giregirên van partîyan bûne wekil û hatine parlementoyê? Na! Ji ber wê jî pirsgirêkên welat ne li parlementoyê, lê li ofîsên partîyan û li kuçeyan tên gutûgokirin, biryar tên setendin û ev biryar tên parlementoyê. Ev metod jî, ji kokê de redkirina sîstema parlementerî bi xwe ye.
Çareserî pir zelale:
Divê YNK û PDK, bi mejîyekî zelal, herdû meclîsên xwe bînin parlementoya Kurdistanê û bi hev re, bi yek dengî biryarê ji parlamentoya Kurdistanê derxînin, ku herdû partîya hemû hêzên xwe (aborîya xwe, burokrasîya xwe, îstîhbarat, hêzên pêşmergan û têkilîyên dîplomatîk) radestî parlamentoya Kurdistanê kirine. Ji vira şûnde her partî wê bi qasî hejmara kursîyên xwe yên parlamentoyê, ji dewletê alîkarîyê bigirin. Divê hemû partîyên din yên heyî jî hêza xwe radestî dewletê bikin û ji vê biryarê re amade bin.
Hûnê bibin şahidê ku di rojekê de pirsa PDK û YNK li Kurdistanê namîne. Herkes dikeve hilbijartinan û li gor hêza xwe xwedî mafe.
Ji bîr nekin, bi nîyeta qenc em nagihêjin armancê. Wek gotina “rêka dojehê tije kevirên nîyetqencin, lê dîsa jî fêde nake!” Wê misilman herin nav agir.
Şeyhmus Ozzengin/12.06.2026



