Gotar

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê:

Analîzek Siyasî Ya Ronîkirina Doza Serxwebûn û Azadiy miletê Kurd û Kurdistanê!

Pirsgirsêra Kurd û Kurdistanê, bi kûrahiya xwe ya dîrokî û egera xwe ya milî, yek ji têkoşînên milî yên herî tevlihev ên cîhana îroyî temsîl dike. Li gorî çareseriya taybet a Kurd û Kurdistanê, divê ev pirsgirêk pêşî wekî têkoşîneke serxwebûnê bê dîtin û nirxandin. Berxwedana miletê Kurd ya li Kurdistanê, ku nêzî 220 salan e berdewam dike, divê wekî têkoşîna miletê Kurd ji bo mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bê şîrove kirin. Ev berxwedan, ji serdemên kevnar bigire heta Împaratoriya Osmanî, ji wir jî heta avahiyên dewlet-neteweyên nûjen, li hemberî dagirkirina domdar a axa Kurdistanê û li hemberî tepeserkirina nasnameya miletê Kurd, wekî bersivekê hatiye avakirin.
Daxwaza serxwebûnê ne tenê pariyek ax e; ji nûve avakirina miletê Kurd, çand-ziman û dirokek li ser axa Kurdistanê ye. Ev doz, dozek siyasî ye û hewldana miletê Kurd ya ji nesnebûnê derketin û bûna subje temsîl dike.
Ya duyemîn, divê ev pirsgirêk ne wekî hilberek rasterast a hêzên derve yên wekî emperyalîzm an siyonîzmê bê dîtin. Berevajî, kokên wê digihîjin Peymana Sykes-Picot a sala 1916an. Ev peyman, encama parvekirina Rojhilata Navîn a bi destê Brîtanya û Fransayê ya ku li gorî berjewendiyên xwe, bûye sedem ku erdnîgariya Kurd bi awayekî sunî di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyê de bê parvekirin. Beriya wê, Kurdistan di navbera Osmanî û Safeviyan de hatibû dabeşkirin û du perçe bû; bi Peyman a Sykes-Picotê re ev parvekirin bû çar parçe. Bi vî awayî, Kurd beriya ku sînorên dewlet-neteweyan bêne diyarkirin, wekî “welatekî bin kolonyal” bêstatû hatine hiştin û ev yek pirsgirêk kiriye mijareke navneteweyî. Ji ber vê yekê, divê ev mijar di rojeva saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî de cih bigire; ne manipûlasyonên emperyalîst in, lê encama neheqiyên sîstema piştî kolonyalîzmê ne. Di vê çarçoveyê de, pirsgirêka Kurd bi prensîba self-determinasyonê ya gerdûnî ve girêdayî ye û bi têkoşînên milî yên gelek miletên di bin zordariyê de re paraleliyê digire.
Ya sêyemîn, divê pirsgirêk ne di çarçoveya olî de bê nirxandin. Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ne pirsgirêka “ummet”ê ye; çawa ku daxwaza serxwebûna Katalanan ji Spanyayê bi biratiya Xiristiyaniyê nayê çareserkirin, pirsgirêka Kurd û Kurdistanê jî di biratiya gelan û Îslamê nayê çareserkirin. Miletê Kurd bi piranî Misilman e jî, lê ev mijar li ser nasnameya etnîk û neteweyî hatiye avakirin. Mîna Bask, Îskoç û Katalanan, ev têkoşîn bi hişmendiyeke neteweyî ya sekuler pêş dikeve. Gotinên biratî û biratiya olî bi giştî ji aliyê dewletên serdest ve wekî amûrên retorîkî têne bikaranîn ji bo tepeserkirina daxwazên neteweyî û astengkirina çareseriya rastîn. Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê divê di çarçoveya mafên mirov ên gerdûnî û mafên milî de bê nirxandin.
Di encamê de, pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ronîbûna pirsyara Immanuel Kant a “Ronakbîrî Çi Ye?” ye. Kant, ronakbîrî wekî “rizgarbûna mirov ji rewşa ne-ergîn a ku bi sûcê xwe ketiye” pênase dike; yanî derketina kes û civakê ji nesnebûnê û bûna subje ye. Yanî ji bo Kurdan ev tê wateya rizgarbûna ji kolonyalîzmê, ji polîtîkayên asîmîlasyonê û xwedîderketina azadiya diyarkirina çarenûsê û berpirsiyariyê ye. Ev veguherîn ne tenê bi serxwebûna siyasî, lê bi avakirina serwerîya di warên leşkeri, perwerde, çand û aboriyê de pêk tê. Di roja me de, Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê nimûneya berbiçav a vê pêvajoya ronakbîrîyê ye. Lê ji bo azadiya tam, piştgiriya navneteweyî û muzakereyên dîplomatîk pêwîst in. Di vê analîzê de, min hewl da ku pirsgirêka Kurd bêyî romantîzekirinê, li ser bingehên dîrokî û felsefî bi awayekî kurt û zelal bi cih bikim û tekez bikim ku çareseriyeke domdar tenê bi ronakbîrî û subjebûnê pêkan e.
Şeyhmus Ozzengin

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button