Break newsNûçeslide

Peyama Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Bi Helkefta “Cejna Newroz”ê

Yekîtî Media 22/3/2017

Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Bi Helkefta “Cejna Newroz”ê peyamek arastî gelê Sûriyê bigiştî û miletê Kurd bi taybetî kir, li jêr deqa peyamê :

Gelî roleyên gelê Sûriyê yê mezin

Neviyên Kawayê Hesinkar yên şerefmend

Gelê kurd li her cihekî ahingê bi cejna xwe ya netewî “Newroz” dike, ya her sal dikeve di 21’ê adarê de.

Qeder wiha bû ku destpêkirina xetîra şoreşa Sûriyê ya pîroz ya derbas dibe di sala xwe ya heftan de hevdem be ligel cejna Newrozê ya pîroz, ya ku li radeya yekê bi xwe nîşana azadiyê û rizgariyê ye ji stem û zordariyê.

Ey gelê meyê Sûrî yê hêja û neviyên Kawayê Hesinkar, yên niha dastanên şoreşgerî li seraserî Sûriyê tomar dikin, û nirxekî giran didin ji bo azadiya xwe û rizgarkirina ji diktatoriyetê, yên ku qehremanî û xweragiriya xwe ji qehremaniya Kawayê Hesinkar digirin yê ku zil û zordariya “Ejdehak” bidawî anî, helbet wê neviyên wî serbikevin li ser Ejdehakê çerxê, terorîst Bişar Esed.

Bi vê helkefta pîroz, bi navê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, Em pîroztirîn pîrizbahiya dişînin ji gelê Sûriyê bi giştî û nemaze ji gelê kurd re, bi hêvîne ku xetîra azadiyê ya bi destê Kawa hatî bilind kirin li Newrozê, wê nêzîk bilind bibe li seraserî Sûriyê û wê gelê me rizgar bibe ji Rihêma zordestiyê û kuletiyê, û welatekî demokrat û firealî û şaristanî ava bibe, têde danpêdan bi firenetewî bête kirin û mafên gelê kurd yên netewî û rewa di destûrê de bêne misogerkirin li gor yasa û rêkeftin-nameyên navdewletî.

Bijî Newroz nîşana Azadî û rizgariyê

Bijî şoreşa Sûriyê ya pîroz

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

21ê Avdarê 2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button