Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêwendiyên Trump û medyayên Amerîkayê ne baş in

Yekîtî Media 12/5/2017

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî biryara derxistina Rêveberê FBI James Comey ji kar, bersiva nirxandin û şiroveyên di medyayan de da.

Donald Trump, li ser hesaba xwe ya Twitterê, derbarê derxistina Rêveberê FBI James Comey ji kar de nivîsand.

Trump di peyama xwe ya twitterî de ragihandiye: “Ez weke serokekî pir çalak li gel piraniya wan tiştên ku rû didin, tiştekî ne mimkun e yên li şûna min li pişt kursî disekinin, bi tevahî rats bin.”

Di twîtteke din de, Trump dibêje: “Renge baştirîn tişt ku were kirin, betalkirina hemû brîfîngên rojnamevanî di paşerojê de be û pêşkêşkirina helwestên nivîskî ji bo lêhûrbûnê.”

Turmp herwiha di twîteke din de, Rêveberê Berê yê FBI James Comey hişyar dike, ku naveroka gotûbêjên navbera wan de li medyayê belav neke.

Têkiliya navbera Trump û medyayê û bi taybetî jî bi medyayên Amerîakyê re ne baş e û bi awayekê berdewam rexneyên tûj li “medyayên derewîn” dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja 9ê Gulanê, Rêveberê Dezgeha FBIyê James Comey ji kar dûrxist

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button