Break newsNûçeslide

Pêşmergeyê Rojava Danyal Hewas Mehmûd şehîd ket

Yekîtî Media 5/7/2016

Sibeha îro sêşemê 5ê Tîrmehê, Danyal Hewas Mehmûd ji pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê foca yek lîwa yek di şerê li dijî rêxistina Daiş ê ya terorêst şehîd ket.

Li gor jêderin taybet ji Yekîtî Media re axivîn, pêşmerge Danyal Mehmûd li nexweşxaneya Tewarî li bajarê Dihokê jiyana xwe ji dest de piştî ku ew bi gulleyeke segvanê Daişê li navçeya Askê li Mûsilê hatibû armanc kirin.

Şehîdê pêşmerge Danyal sala 1992 ji dayik bûye, û ew ji nişteciyên taxa Miftî ya bajarê Hesekê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button