Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina Tileferê dibe

Yekîtî Media 4/2/2017

Li gor hin jêderan, demjimêra sifirê bo destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Tileferê li rojavayê Mûsilê hatiye diyarkirin, hêza Pêşmerge jî bi hevahengî bi Heşda Şeibî re beşdarî operasyonê dibe.

Malpera fermî ya Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) li ser zarê Berpirsê Navçeya Dîcleyê yê PDKê li Zimar Hesen Xilo belav kir, dema Berpirsê Desteya Heşda Şeibî Hadî Amirî serdana Şingalê kiriye, li ser destpêkirina operasyona kontrolkirina Tileferê gihêştine rêkeftinekê.

Li gor rêkeftinê, demjimêra sifir bo destpêkirina operasyonê hatiye diyarkirin û hêzên beşdarî operasyonê dibin, ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, Heşda Şeibî û Hevpeymaniya Navdewletî pêk tên.

Bajarokê Tileferê dikeve rojavayê Mûsilê û xelkê wê ji pêkhateyên Tirkmenên Şî’î ne, piştî dagîrkirina wî bajarokî ji aliyê DAIŞê ve, xelkên wê koçber û derbider bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button