Gotar

Pêşeroja Kurdistana Sûriyê

Ferhad Şêxo

Hevalbendî tên avakirin li ser bingehên ji berjewendiyên hevbeş û bi taybet aborî û konevanî û ewlehî, lewma siyaseta hevalbendî ango piştbestin li ser hevalbendan ku armanca jê ewlehiya neteweyî ji van dewletan û berevaniyê di ber berjewendiyên niştimanî de .

Ev yek dide xuyakirin ku çawa hevalbendan di gelek xalan dighêjin hev dema metirsike li ser wan hebe , wek ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ku dibin heval û dost li dijî doza kurd.

Ku piştî demeke dirêj, yekem civîn di navbera rêjîma Esed û Erdoxan çêbû li ser asta ewlehî  herdû dewletan ku Dû berpirsên mezin ji wan li hev civiyan “Elî Memlûk û Hakan Vîdan” di bin siya dewleta Rûsyayê, ev yek gelek mijar û pirsyarîkirin rûdide, lê ya herî balkêş ku bêguman pirsa kurd li ser masê hatiye gengeşekirin..

Ev yek ku di warekî de metirsike li ser cografiya Kurdistana Sûrîyê çêdike, û gelê Kurd li Kurdistana Sûrîyeyê di ber tehlîk bûnê di ve, herwiha bandora vê civatê di vê dema hestyar de ku rewşa Sûrîyê ya leşkerî bi giştî di ber dawî bûnê de ye, ku tenê devera Îdlibê maye li ser hebûna opozîsyona Sûrî , di heman demê de ku piştî 9 sal ku rêjîm ji deverên kurdan derketibû û PYD’ê xistin şûna xwe , ku ji ber şaşîtî û kiryarên PYD ê dikir bi tena xwe û xwe kir berpirsyar bi hêza tivingê û çekan,  ku PYD’ê gelê kurd li Kurdıstana Sûriyeyê di bin dirûşm û slogan xapandin û bi deh hezaran ji keç û xortên Kurdan kirin qurban di siyaseteke ne dirust ku bê peyamek mafê gelê kurd têde parastî be, herwiha dewleta tirk ya faşîst deverên kurdî “Efrînê û Girê Spî û Serê kaniyê”  dagirker bi sedema hebûna PYD’ê ku metirsike li ser ewlehiya wê dikir..

Hevdem mijarên herî balkêş di navbera nûnerê Sûrî û Tirkiyayê hat gengeşekirin di nêrîna min de :

1- Qîrkirina û bi dawîkirina ev hêzên tûndrew di Îdlibê, ku Tirkiya wan firoşt dema ku wê û Rûsya lihevkirin ji bona dagirkirina Serê kanîyê û Girê Spî .

2- rêjîm û Tirkiyayê di cihekî de ewê hewl bidin ku fişar li ser PYD’ê bikin ta ku ew deverên ku hin di bin destê wê de radestî rêjîma Sûrî bike yan ewê tirk êrîşên xwe yê hovane li ser van deveran berdewam bike .

3- hewldanên herdû aliyan ji bona doza kurd roniyê nebîne ku Tirkiya fişar li ser opozîsyona Sûrî bike ku daxwazên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriya qebûl nekin, û lawazkirina rola ENKS ê di opozîsyonê..

Ji ber vê yekê tê xwestin ji tevgera kurdî li Kurdistana Sûriya û bi taybet PYD’ê vegere ji siyaseta xwe ya  yekalî, û bi erkekî neteweyî li ser avakirina yekrêziya mala kurdî re xebat bikin, û bi cesaret kêşeyên di navbera wan de çareser bikin wek ”  diyarkirin çarenivîsa girtiyan” û lêborînê ji gelê kurd bixwazin ta ku gavên baweriya çêbibe, û rêveberiyek Kurdî hevbeş di hemû waran de ava bikin, û bizavkirina avakirina tevgerek kurdî giştî xwedî pirojek Neteweyî û li nik dewletên zilhêz bi tevahî û daxwaz federalîzimê  bikin û ji doza xwe neyên xwarê û ji dewletan bidin xuyakirin ku dewleta federal ne navendî ew e tên kirîza Sûriya çareser dike û nimûneya her dirust e ta ku ji  dîktatoriyê xilas bibin , û ji bona parastina mafên pêkhateyên Sûrî bi giştî, ti guhertinên demografî li navçeyan çê nabe.

Pêkanîna Mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûrya di pêşî de divê tevgera kurdî bi giştî bi erkên xwe rabin û bi zûtirîn dem tevgera siyasî kurdî lihev bikin û bi yek helwest bin, hevdem ji rewşenbîran û welatparêzan jî tê xwestin ku alîkar bin û bi raman mejiyê xwe dewlemend dema şaşîtî yan metirsike li ser cografiya Kurdistana Sûrîyê hebe hişyarî gelê Kurd û tevgera siyasî jî bikin

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button