Gotar

Perlemana Sûriya û Kurd

* Mohamad Jaman

Perleman çiye, û karê xwe çiye?
Navê perleman ji gotina frensî « pelaman» hatiye , tê wateya « axaftin».
Peleman dezgeha yasadanînê ye, ku desthilata yasadanînê li welatên demokratîk temsîl / nûnerî dike. Ew ji nûnerên ku ji hêla gel ve têne hilbijartin pêk tê , bi zimanê erebî jêre tê gotin : Meclîsa Alşaab( Encûmena Gel), Meclîsa Alûmah « Encûmena Neteweyî). an Meclisa Nûneran . Di gelek welatên din de navne din têne bi kar anîn.

Wek nimûne :
Li Emêrîka: Encûmena Nûneran li ser du asteyane : Encûmena nûneran û Encûmena pîrane .
Almaniya:
Parlamentoya Federal a Almanya wekî Bundestag (Deutscher Bundestag) tê nasîn.
Li Siwêsira:
Parlamentoya Swîsreyê wekî Meclîsa Federal (an Konseya Federal) tê binavkirin. Ew ji du odeyên yasadanînê pêk tê: Konseya Neteweyî, ku wekî Meclîsa Nûneran (Odeya jêrîn) jî tê zanîn, ku 200 endam hene, û Konseya Dewletan / wîlayetan , cûdane.

Li Nerwîc du perleman hene:
Ya yekem perlemana Welat bi tevaî: perlemana mezin»»( Stortinget ) li Oslo ye.
Ya duyem: Perlemana gelê Samî , « Sameting» . Rêveberiya sereke ya Parlamentoya Samiyan li bajarê (Karasjoke ye ku li bakûrî Nerwic dikevê.

Li Sûriya nû:
Hilbijartina endamên Perlemana Sûriya ya nû çawa pêk hat:
Hejmara endamên perlemana Sûriya ya nû ku hatibû biriyar dan ji alî desthiladarên nû ve li Şamê « hikûmeta demkî « de «206 « bûn .
Ev kesana bi du cûreyan hatin navnîşan kirin:
135 kês ji grûpên bi nav kirî ji alî sistema siyasî ve hatin hilbijartin, anjî hatin bi navkirin.
70 kes ji alî Seroketiya Sûriya de hatin binav kirin.
3 kes ji bo Dûrûziyan hatine veqetandin , lê hin diyar nebûne, ew jî li benda zelal bûna rewşa parêzgeha Siwêda ye, ku hîn gelek aloze û rwewşa wê ya siyasî û ewlehî çareser nebû ye.

Bi gotineke din, nûneretiya pêkhatiyan di perlemana Sûriya ya roja îro de ne rewa ye , an ne li gorî hejmara pêkhatiyane.

Lê ji bo kurdan , rewş bi vî rengî ye:
– hejmara endaman ne li gırî hejmara pêkhateya Kurde.
– Kesên ku bûne endam nehatine hilbijatin ji gel , piraniya wan wek nûnerên hemû Sûriya hatine bi navkirin ji alî desthilatdariya Sûriyê de. Girîngî gotinê bo doza kurd divê di warê siyasî de berê kurd û hikûmet bi hevre çareser bikrana ta piştre perlemanê bi hurgûlî li ser wanûnên taybet li ser rewşa kurdan rawestiya.
– li gorî rewşa îro û awayên ku perleman hatiye destanîşan kirin diyar dike ku tu çareserî ku mafê gelê kurd bi dest bixe diyar nake.
Diyare ku pêşeroja sistema li Sûriya bi rengê sistêma Turkia ve tê avakirin.
Lê tiştê kambax li Sûriya ewe ku sîstema hebûna pêkhateyan hîn tûne bi bihana ku ev rewş ya dema niha “ demkîne” .
Lê pirsa giring ewe ku gelo wê rola pêkhateyan di Sûriya de were çesbandin û mafê gelê kurd di destûra bingehîn a daîmî / hemdemî ya Sûriyeyê ya pêşerojê gelo wê were çesbandin/ qebûl kirin an na , ta roja îro ne diyare, wê salên ji pêre wê werin zelal kirin.
Gotineke pêşiyên me heye ku dibêje:
« Li gorî vî ewrî tu barana xêrê nayê» . An :
«Ev ewir tu baranê nîne ».
Gotnineke kurdane din jî heye, ku dibêje:
«Ev girî ne ê vî miriye».

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button