Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pentagon: Alîkariyên bo Pêşmerge dê berdewam bin

Yekîtî Media 6/10/2017

Rêkeftina di navbera Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) û hukimeta herêma Kurdistanê de “ji bo alîkariyên darayî bo hêzên Pêşmerge” meha Tîrmehê bidawî hat. Dengo hebûn ku, dibe ev alîkarî bidawî werin.

Berdevkê Pentagon Eric Pahon di hevpeyvîna xwe ligel Monitor diyarkir ku, di destpêka meha Îlonê de paketa alîkariyê ji bo mûçedan a Pêşmerge dom kiriye û hatiye dan û alîkariya Pentagon bo Pêşmerge dê berdewam bike. Ligel rahênanê, piştgiriya çekdayinê jî dê bidome”.

Berdevkê Pantagon liser referendûma serxwebûna Kurdistanê jî rawestiya û ew yek, wekî babetek navxweyî binavkir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button