Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pênc pasdarên Îranê li Sûriyayê hatin kuştin

 Yekîtî Media 18/8/2017

5 pasdarên Îranî ku di nav yekîneya Fatimî de cîh digirtin li Sûriyê hatin kuştin.

Li gor agahdariyan ew her 5 pasdar li devera Hamime ya Tedmûr (Palmîra) girêdayî Hûmsê, di encama êrîşek çakdarên DAIŞ de hatine kuştin.

Ajansa Fars a Îranî ragihand ku li Qum dê merasîmek veşartinê ji bo wan pasdaran bête lidar xistin. Herweha li goristana serbazên Îranî ku li Sûriyê hatine kuştin dê bên veşartin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button