
Pêdivî bi kurd û kurdstan
Piştî sed sal di ser peymana sayiks- pîko re derbas bûn , ew peymana ku impiryalistên ewrupiyan , li gorî berjewendiyên xwe danibûn , bêyî li gelên herêmê vegerin, yan deng û şêwirên wan bibihîzin, rojhilata navîn kiribûn sînor, nexş, parçe û dewlet , sed sal derbas bûn,di wan sed salan de, gelek nakokî, serhildan, şoreş û tevlî hevî şer û ceng derketin, çinku gelên herêm, ne hemî beşdar bûn, di danîna wan nexş û sînoran de, hin netewên ku xwe di dîtin, pirr hijmar, xudan hêz, pêl mafên kêm netewan di kirin , fişar û guvaş li wan dikirin , li gorî rewiştên êl û hozîtiyê, weha şer û bihevçûn, derdiketin , ta vêrojê berdewamin.
Îro mercên cihanê, dewletên nû ku bibûne xudan hêz, ew jî daxwaza para xwe dikin, ji samanên cihanê, dewletên xudan hêz, bazirgan û kompaniyên nav dewletî , semiyanên bazirganan, pêdiviyên wan bi zemîn, rê û mercên aramiyê hane, ta karibin kar û barên xwe berdewam bikin, bêyî astengiyan û serêşiyan, lewra medît, di vî şerê di navbera Urus û Ukrayina de, ku derketiye, eve sê salin û ta niha berdewame, lê bazirganiya wan berdewa m, ne rawesta ye, bi egera şer û nakokiyan.
Serhişkî û nakokiyên, di navbera Tirk, Ereb û Farisan de, nahêlin ku ew mercên bazirganiya cihani , bi serbestî û aramî birêve biçe, lewra pêdivî bi gelê kurd yê aştîxwaz û kurdistaneke, azad û aram heye, di rojhilata navin de, netew, kêmnetew, ol û rêol, tevlî hevin, di nav hevde û li hemen dewlet û sinor de ,di jîn, û zemanekî dirêj, gelên Tirk, Ereb û Faris, li serpêlên olan ,siwar hatin ,û ajotin, sûd ji dênan girtin, lê ew dem û merc, nema îro birêve diçin.
îro hêzên nû derketî, weke Pakistan, rusiya,Israîl, û çîn, doza para xwe dikin, ji samanên cihanê û bi taybet di rojhilata navîn de, lewra teror û piştuvanê wê derketin û serkêşê tirora herêmê dewleta Tirkaye, lê bi hesanî ji wanre naçe serî, çinku saman îro serkêşiya dinya yê dike û berjewendiyên miletan.
Di nav gelên herêma rojhilata navîn de, gelê kurd bi tine ye, ku rola xwe nîn e û nedîtiye, û her û her bê rol û maf maye û kurdan ji dinya yê re, daye xuyakirin, mêranî û hezkirana xwe ji aştî û aramiyê re, lewra kurd û dostên wan, dibînin ku girînge roleke kurdan hebe, di pêşeroja rojhilata navîn de, çinku tu wext û deman, kurd tevlî teroran û nakokiyên nav dewleta nebûne.
Adilê Evdille


