Break newsNûçeslide

PDK û YNKê li ser çend xalan li hev kirin

Yekîtî Media 15/10/2017

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand, ew ligel PDKê li ser 5 xalan li hev kirin û di daxuyaniyeke hevbeş de bi fermî belav dikin.

Îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, her du polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan.

Polîtboruya PDK û YNKê li ser 5 xalan li hev kirin:

Yekem: Tekezî li ser yekrêziya gelê me û hêzên siyasî yên Kurdistanê hate kirin, ku gerantiya cibicîkirina erkên hevbeş in di vê qonaxê de bike.

Duyem: Civîn rijdbûna xwe li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogeke bêmerc, berpirsyane û avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de radigihîne.

Sêyem: Hêzên Kurdistanî niha û her amade ne guftûgoyeke bêmerc û vekirî û avaker li ser binemaya berjewendiya Bexda û Hewlêrê û perensîpên destûrî encam bide.

Çarem: Civîn ji berjewendiya hemû aliyekî dizane, aliyên siyasî yên sereke ên Iraqê û Kurdistanê beşdarî danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bibin. Herwiha aliyên navdewletî jî çavdêriya prosyê bikin.

Pêncem: Li ser pirsgirêkên serbazî û asayişa navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê, yan her cihekî din, hemû cure destêwerdaneke serbazî, yan tevgera hêzê, gef û fişarê, ji bilî ku li ser pêwendiyên herêmê û Bexdayê metirsî ye, gef e jî li ser her cure nûçeyeke rastiyê ye, ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan, herwiha rasterast binpêkirina yasa û bingehan e ku biryar li ser hatine dayîn e, ku hêzên çekdar ên Iraqê ji bo yekalîkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî bikar tîne.

Di daweyê de, her du Polîtburoyên PDK û YNKê silav li Pêşmergeyên qehreman kirin ku di şerê têkşikandina DAIŞê de, pênaseya parastvanê azadiya cîhanê wergirt û niha jî di serngerên pêşî de neji bo pêkanîna armancên me.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button