Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

PDK û YNK rêkeftinek emze kirin

Yekiti Media

Partî Dîmuqratî Kurdistanî PDK û partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistanî YNK roja Duşemê 4-3-2019 li bajarê Silêmaniyê  rêkeftinek siyasî istiratîcî emzekirin.

Nîçirvan Barzanî endamê nivîsgeha siyasî ya PDK û Kewset Resûl endamê nivîsgeha siyasî ya YNK li ser wê rêkeftinê emzekirin.

Berdevekê fermî yê PDK Mehmûd Mihemed di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku gelê Kurdistan li hêviya vê rêkeftinê bû ji ber ku rêkeftina herdû partiyan hikûmeta herêma Kurdistanê bi hêz dike.

Ji hêla xwe ve berdevkê fermî yê YNK Letîf şêx Imer di heman kongirî de diyar kir ku armanc ji vê rêkeftinê parastina bercewendiyê gelê Kurdistanê ye.

Tê zanîn ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştî derbasbûn 5 heyvan li ser lidarxistina hilbijartinan ne hatiye damezrandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button