Break newsNûçeslide

PDK û YNK komîtekê bo diyarkirina dem û mîkanîzma referandûmê avadikin

Yekîtî Media 2/4/2017

Herdû Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna îro de ya bi serpereştiya Barzanî ragihandin, Kurdistan wek Iraqê mafê wê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û destûrî ye.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, herdû aliyan behsa referandûm û rewşa navxweyî ya Kurdistanê kirin, ku di vê civînê de biryar dan, pirsa referandûmê wek babeteke netewî û niştimanî bi hev re kar li ser bikin. Derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de jî tekezî li ser yekhelwesta bilezkirina çareserkirina pirsgirêkên siyasî, yasayî û aborî kirin û komîteyeke hevbeş jî bo pirsa referandûm û gotbêjkirina ligel aliyên siyasî yên din yên Kurdistanê pêk bînin, bo diyarkirina dem û danîna mîkanîzmekê bo encamdana referandûmê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button