Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PDK-T: Bila PKK ji Şingalê derkeve

Yekîtî Media 7/3/2017

Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) li şaxa xwe ya Diyarbekirê di derbarê pevçûna Şingalê ku di navbera hêzên ser bi PKK’ê ve û Pêşmergeyên Kurdistanê de derketî de daxuyaniyek da çapemeniyê û ji PKK’ê xwast ku ji Şingalê derkeve.

Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) di derbarê pevçûna  li Xanesor a Sinuna Şingalê derketî de daxuyaniyek da û amaje kir, ku di binê vê pevçûnê de tilîya Îranê heye.

Daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştî yê  Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê Mehmed Emîn Kardaş ve hatî xwendin de, bal hate kêşandin ku beriya pevçûnê berpirsên pasdarên Îranê û fermandarên Heşda Şeibî serdana Şingalê kirine û li gel berpirsên YBŞ’ê hevdîtin pêk anîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button