Break newsNûçeslide

Partiya Yekîtiya Demoqrat ya Kurd nav û logoyê xwe diguhere

Yekîtî Media 11/9/2016

Desteya serkirdayetî ya partiya Yekîtiya demoqrat ya Kurd beşê ( Dr. Kamîran Hac Ebdo ) daxuyaniyek belavkir têde ragihand ku piştî civîneke awarte roja 9ê êlûnê biryar hat standin ku navê partiyê bo partiya Yekîtiya Demoqrat ya Kurdistanî bê guhertin, herweha dê logoyê partiyê jî bê guhertin.

Fesla Yûsif cîgira sekretêrê partiyê ji Yekîtî Media re ragihand, ku wan civînek awarte ji bo vî mijarî girêda piştî danûstandinan bi rêxistinên partiyê re li hundir û derve, Fesle herweha got, ku ev biryar ya kongirê partiyê yê 8an bû, û kongir biryara guhertina nav sipart serkirdayetiya parityê di dema guncaw de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button