Break newsRaportslide

Şanda Partiya Yekîtî ya Kurd erkê behîdariya şehîdê pêşmerge Sîpan Sîno pêşkêşkir

Yekîtî Media 15/11/2016

Doh duşemê, şandek ji komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd bi serokatiya cîgirê sekretêrê partiyê Hesen Salih û bi beşdarbûna rêxistinên Qamişlo û Amûdê û Dirbêsiyê serdana konê şîniyê yê şehîdê pêşmergê Roj Sîpan Sîno li bajarê Dirbêsiyê kir û erkê behîdariyê ji malbata wî û miletê Dirbêsiyê re pêşkêşkir.

Mamoste Silêman Oso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî gotinek bi navê partiyê da, têde sersaxî ji malbata Sîno re û ji miletê Kurd re xwest, herweha got ku pakrewanbûna Sîpan erkê berevaniyê bû di ber xaka Kurdistanê de.

7

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button