Break newsNûçeslide

Partiya Yekîtî nûçeyên ku di hin malperan de hatin weşan red dike

Yekîtî Media 12/6/2017

Derbarî ew nûçeyên ku di hin malperên intirnêtê de hatin belavkirin li ser hebûna navkokiyan di hundirê partiya Yekîtî de, komîta navendî ya partiya Yekîtî ya kurd daxuyaniyek belavkir , têde ew nûçe bi tevayî red kirin û tekez ki ku di Yekîtî de rêz li nerînên cuda tê kirin û ev tiştekî asayî ye.

Û li dor navên serkirdeyên partiya Yekîtî yên ku di wan nûçeyan de hatin, daxuyaniyê tekezkir ku ew dûrî van tometane û hemû jî xwedî dîrokeke welatparêzî û kurdperwerî dirêjin.

Di dawiyê de , tekezî hat kirin ku Yekîtî berdewam e di xebata xwe de ji bo bidestxistina mafên netewî yên miletê kurd, û avakirina pêwendiyên wekhev bi hêzên kurdistanî re li ser bingeha dilsozbûnê ji projeyê netewî yê kurdî re.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button