
Partiya Yekîtî a Kurdistanî bi Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) re dicive
Roja Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, şandeyek ji serokatiya Ewropî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Sûriye, ku ji Dr. Mihemed Cûman û Dr. Mustafa Cûman pêk dihat, li Dîyarbekirê bi şandeyek ji Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) re, bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Birêz Wehîd Aba, û endamên Komîteya Navendî û berpirsên rêxistinên partiyê li çend welatên Ewropî re civiya.
Civîn bi pêşwaziya şandeya Yekîtî ya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Dr. Mihemed Cuman, endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî a Kurdistanî – Sûriye, bi berfirehî li ser xebata partîyê û Encumena Neteweyî ya Kurd (ENKS) û pêşketinên dawîyê yên li Kurdistana Sûriyeyê axivî.
Şandeya Partiya Welatparêzên Kurdistanê eleqeyek mezin nîşanî rewşa li Kurdistana Sûriyeyê, Partiya Yekîtî, ENKS û Sûriyeyê bi giştî da. Mijareke girîng ku bi dûr û dirêj li ser karê ENKS û di warê rêxistinî de hate gift û go kirin , û rola wê wekî ezmûneke serkeftî ya Kurd bû ku dikare li Kurdistana Tirkiyeyê were bikar anîn.
Her du alîyan soz dan ku civînên bi vî rengî bidomînin, ji ber ku ew xizmetê ji her du aliyan û bi giştî ji doza Kurd re dikin.



