Break newsNûçeslide

Parlamenterê CHPê: Tirkiyê hewl dide navê Kurd ji holê rake

Yekîtî Media 17/7/2017

Parlamenterekî CHPê dibêje, qeyumên li Bakurê Kurdistanê naxwazin navê Kurd û kemiyên olî û kulturî bê ziman û desthilata Tirkiyê bi rêya qeyuman bîra civakî tune dike.

Parlamenterê CHP yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ku ji Diyarbekirê ye, derbarê kiryarên qeyumên ku bo şaredariyên DBPê hatine erkdarkirin raporek amade kir.

Tanrikulu di rapora xwe ya bi navê “Armanca Qeyumên Şaredariyan Çî ye?”, van agahiyan dide:

Ji îlona Sala 2016’ê ve, piştî zîndankirin û ji kar dûrxistina şaredarên DBP, qeyûm hatin erkdarkirin û danîna qeyuman û kiryarên wan, bûne sedemê nerazîbûnên mezin.

Qeyum li, herêmê hin peyker, bîrdarî û sîmbolên gelê herêmê bi awayek ne rewa ji holê radikin. Qeyumê ku Peykera Ehmedê Xanî rakiriye, navê Cegerxwîn rakiriye, nûnertiya kî dike.

Her weha projeyên jinan tên betalkirin, saziyên wan tên daxistin, saziyên perwerdeya zimanê Kurdî yên bo zarokan tên girtin û ev hemû tên wateya berdewamiya asîmîlasyon, înkar û tunekirinê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button