Break newsNûçeslide

Parlamentera Kurd Amîna Zikrî behsa dijminên serxwebûnê dike

Yekîtî Media 26/6/2017

Parlamentera Kurdistanê Amîna Zikrî dibêje, ewên li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê dixebitin nikarin bandorê li ser îradeya gelê Kurdistanê bikin.

Parlamentera Kurdistanê û cîgira serokê firaksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Amîne Zikrî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, referandom û serxwebûn mijarên niştimanî ne û divê tevahiya hêz û partiyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî li dora hev kom bibin.

Amîna Zikrî her wiha gotiye, serxwebûn xewna hemû kurdan lewma dive hemû Kurdistanî xwe bikin yek û bo serketina vê piroseyê kar bikin.

Wê parlamentera Kurdistanê behsa helwesta hinek aliyên siyasî jî kiriye û gotiye, hinek kes û alî li dijî referandomê dixebitin. Ev xelet e û divê ew xeletiya xwe qebûl bikin û vegerin nav referên alîgirên referanodomê. Eger wisa nekin dê ji aliyê gel ve bên cezakirin.

Li gorî Amîne Zikrî, dijîtiya wan li hember referandomê dê bandorê îradeya gelê Kurdistanê neke.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button