Break newsNûçeslide

Parêzgerê Hesekê nivîsgehek li bajarê Qamişlo vekir

Yekîtî Media 22/1/2017

Rojnameya Weten ya nêzîkî Rêjîma Sûrî li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê ragihand, ku parêzgerê Hesekê Cayiz Elmûsa nivîsgehek li bajarê Qamişlo vekir.

Li gor rojnameya Weten, parêzgerê Hesekê dê di riya wê nivîsgehê de karên rêveberî û yên xizmetguzarî li bajarê Qamişlo bişopîne, herweha dê pêşwaziya welatiyên bajêr li wê nivîsgehê bike.

Di heman mijarî de, serkirdayetiya beşê Qamişlo yê partiya Baas kongirê xwe yê salane li hola semînaran li nexweşxaneya Qamişlo ya niştimanî girêda, bi amadebûna Xelef Elmiftah endamê serkirdayetiya Qutrî û Silêman Elnasir serokê liqê Hesekê û parêzgerê Hesekê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button