Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Parêzerên Hevserokên HDPê serî li Dadgeha Destûrê dan

Yekîtî Media 17/11/2016

Parêzerên Hevserokên HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi daxwaza serbest berdana wan serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dan.

Piştî ku Dadgeha Cezaya Giran, serlêdana serbestberdana Demîrtaş û Yuksekdag red kir, şandek ku ji parlamenterên HDP’ê û hiqûqnasan pêk dihat, îro serî li Dadgeha Destûrê dan.

Wek qonaxa dawî ya hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, serlêdanên tekane di warê pîvanên hiqûqî de dinirxîne û di nav demeke kurt de biryar dide.

Demîrtaş û Yuksekdag, tevî 8 parlamentarên HDP’ê, 4’ê mijdarê hatibûn girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button