
Panoramaya binpêkirinên di Îlona 2025an de li deverên bandor û kontrolê li Sûriyê
Di Îlona 2025an de li deverên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên kontrolkirin, ti binpêkirin nehatine tomarkirin.
Binpêkirinên ji aliyê komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Kurdan li deverên di bin kontrola wan de di Îlona 2020an de
Komên çekdar ên îstixbarata artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrîn û gundewarên wê yên li Kurdistana Sûriyeyê binpêkirinên li dijî welatiyên Kurd didomînin, di nav de revandin, girtin û binpêkirinên din.
Komên çekdar ên alîgirên Istexbarata artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrîn a Kurdistana Sûriyeyê welatiyekî Kurd revandin.
Komeke çekdar a girêdayî îstîxbarata Tirkiyeyê roja Şemiyê, 13ê Îlona 2025an, li bajarê Efrîn operasyoneke revandinê pêk anî, li djî Mihemed Şukrî Hebûyê 43 salî.
Hebû ji gundê Şêx Bilal (ku wekî “Şêx Blou” jî tê zanîn) li navçeya Rajuyê ye. Piştî ku ji gundê xwe gihîşt bajêr, di rê de ber bi Helebê ve diçû da ku hin karên girîng temam bike, ew birin cihekî nenas û çarenûsa wî hîn jî ne diyar e.
Ji alîkî din ve, koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê li bajarê Efrîn ê Kurdistana Sûriyeyê dest danîn ser çend mal û milkên welatiyên Kurd.
Çavkaniyek herêmî ji Efrîn piştrast kir ku ev koçber gelek pereyan li ser xwediyên milkan ferz dikin da ku wan neçar bikin ku malên xwe vala bikin, û di hin rewşan de ev pereyê ku tê xwestin digihîje 5,000 dolarî.
Wî zêde kir ku gelek malbatên Kurd ên ku ji Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Lubnan û welatên din vedigerin, ji bo vegerandina milkên xwe zehmet e heya ku van pereyan nedin, ev yek jî êşa wan girantir dike.
Çavkaniyê her wiha destnîşan kir ku giliyên ku welatiyan li Dezgeha Ewlekariya Giştî tomar kirine, ti çalakiyek/ alîkariyak berbiçav nabin, ji ber ku piraniya dozan çareser nebûne.
Wî eşkere kir ku piraniya koçberan endamên komên çekdar in û desteserkirina milkê xwe bi îdiaya ku xwediyên malên Kurd endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne rewa dikin, ku ev yek ji bo wan hêsantir dike ku bacên bi zorê bikin.
Di dawiyê de, çavkaniyê bal kişand ser nerazîbûna zêde ya di nav xelkê Efrîn de, ku daxwaza vegerandina maf û milkên xwe dikin. Wî tekez kir ku binpêkirin tevî hebûna karmendên Ewlekariya Giştî li herêmê berdewam dikin.
Ji dema ku artêşa Tirkiyê û komên opozîsyona Sûriyê di bihara 2018an de êrîşî Efrîn kirin, binpêkirin û sûc berdewam dikin. Ev binpêkirin girtinên keyfî, girtina bi zorê û ferzkirina fîdye li ser malbatên kesên revandî dihewîne, da ku nifûsa resen a Kurd neçar bikin ku koçber bibin, bi armanca guhertina demografîk li bajarê Kurdan.
Binpêkirinên ji aliyê Rêveberiya Nû ya Sûriyê ve di meha Îlonê de:
Welatiya Kurd Heyfa Adel Tayar, ku bi eslê xwe ji bajarê Kobaniyê yê Kurdistana Sûriyê ye, dema ku ber bi taxa Şêx Meqsûd a Helebê ve diçû da ku serdana xizmên/ merovên xwe bike, hate revandin.
Li gorî agahiyên berdest, ew ji aliyê endamên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve ku li xalên kontrolê yên li ser rêya Deir Hafer-Heleb bicîh bûne, hate revandin.
Malbata Hîfayê bangek lezgîn ji rayedarên peywendîdar re kir da ku çarenûsa keça xwe eşkere bikin û ewlehiya wê misoger bikin. Wan bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kir ku tavilê mudaxele bikin da ku zextê li ser serbestberdana wê bikin û van binpêkirinên li dijî sivîlên Kurd rawestînin.
Di vê çarçoveyê de, çavkaniyên herêmî windabûnek din a jineke ciwan a Kurd, Nourhan Celal, ku nişteciha bajarê Dêrikê ye, ragihandin. Jina ciwan li Amaniya dijî bi otomobîleke taybet ji Kobaniyê ve diçû Helebê rêya xwe ya ber bi Dêr Haferê winda kir û ji wê demê ve têkiliya wê bi wê re qut bûye.



