Gotar

PANORAMA-2025

Piştî 13 salên şerê navxweyî yê dirêj, rejîma kevn a Sûriyê hilweşiya. Li şûna wê, rêxistineke terorîst a selefî (HTŞ) hat ser hukim. Ahmed el-Şaraa (Colanî), ku berê ji aliyê DY ve bi 10 mîlyon dolar xelat hatibû lêgerîn, bû desthilatdar. Aktorên Cîhanê yên siyasî hewl didin vî terorîstî “meşrû” bikin!
Hilweşîna rejîma Esed bi pêşveçûna bilez a HTŞ’ê pêk hat. Piştî ku HTŞê Şamê dagir kir, Ahmed el-Şaraa wekî rêberê de facto îlan kirin. Di destpêkê de rêveberiyê xwe bi îmajeke “nerm” nîşan da, bi rêxistinên din ên terorê re hevpeymanî ava kir û kabîneyek ava kir. Lêbelê ev pêvajo ya ku mîna “bûka nû” dest pê kiribû, bi komkujiyên li dijî Elewiyan û Drûzan, ew rûyê wan yê bixwîn dîyar bû.
Di destbêkê de, kêmbûna pereyan û piştgiriya navneteweyî ya sînorkirî, pêşveçûna rêveberiyê zehmet dikir. Welatên Kendavê yên wekî Siûdî Erebistanê ketin nav kar: Wan soz da ku mehane sê mehan mûçeyên karmendan bidin û ji bo rakirina hin ambargoyên aborî hewl bidin.
Li Rojhilata Navîn hem dengê “şer” hem jî “aştiyê” bi hev re bilind dibin. Di vê aloziyê de şert û merc û çawa têne diyarkirin. Xuya ye ku Kurd hem di şer de hem jî di aştiyê de aktorên ku nayên înkarkirin in. DY ji aliyekî ve ji bo “Kurd nemirin” zeminên parastinê ji wan re amade dike, ji aliyê din ve Kurdan ji projeya xwerêveberiya li ser axa xwe mehrûm dike û wan dike amûrê danûstandinan ji bo berjewendiyên xwe.
Ev yek jî di mijara “statuya siyasî ya çawa” de bêîstiqrariyên mezin û windakirina demê çêdike. Ji ber ku dem û pêşveçûn, tiştên ku li qadê diqewimin ji her şîroveyê re vekirî ne. Di vê hawirdora wiha de em ketin sala 2025’an. Di nav aktoran de têkiliyên dîplomatîk saleke tijî pêş û paş ve derbas bûn.
Li Rojhilata Navîn pêşî Îran mîna lepên Heyşpê (axtapot) yên belavbûyî bi awayekî girîng hatin birîn. Pêşî bi êrişên Îsraîlê yên bi navê “şerê 12 rojan”, paşê bi êrişên hewayî yên DY Îranê zirareke giran xwar; lê hê jî ji bo Kurdan wekî metirsiyekê radiweste. Bi rêya rêxistinên Haşdî Şabî li Iraqê, hewl dide Federasyona Başûr Kurdistana sêwirîne hem jî bi giştî pozîsyona xwe ya rêberiya siyaseta Iraqê diparêze.
Di 10ê Adarê de di navbera Mezlûm Abdî û Colanî de peymanek hate îmzekirin. Ev peyman bi temamî ji aliyê Tirkiyê ve hatibû amadekirin û danî ber wan. Min wê demê di gotareke xwe ya bi Kurdî de bi sernavê; “Ev Peyman Peymaneke Ku Dest û Lingên Kurdan Girêdide”, maddeyên wê lêkolîn kiribûn û bi miletê Kurd re parve kiribûn. Ji wê peymanê ve 10 meh in Tirkiye li Mezlûm Abdî zexteke mezin dike ku pabendî peymanê bibe! Mezlûm Abdî û rêveberiya xweser a defakto, hem peymanê red nakin, hem jî bicîh nakin. Ji ber ku naveroka wê peymanê bi temamî teslîmbûn, hilweşandina avahiya de facto ya ava bûyî û entegrasyona bi dewleta Sûriyê re armanc dike. Bêdengiya berdewam li ser vê peymanê, di heman demê de di mijara daxwaz û statuya Kurdan de bêîstiqrarî û bêbiryarî ye, ku ev jî windakirina demê ya bi dest û ling girêdayî ye. Ev jî yek ji rewşên metirsîdar ên têkçûnê ye.
Di 26 Nîsan 2025an de li Qamîşlo konferasek bi navê “yekitîya kurdan” lidar ket. Mixabin, ev bandora vê konferansê, dîsa bi destê hêza rêvebir, hat astengkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, di vê serdemê de dema ku metirsî û firsend bi hev re têne nirxandin, hêza ku “siyaseta Kurdî” li qadê temsîl dike, ji bo miletê Kurd zeîfiyeke mezin e. Destkeftiyên ku bi kedeke mezin hatine bidestxistin, di bin metirsiyeke giran de ne. Haybûna ji van metirsiyan, ji siyaseta dudil û li gorî wê hilberandina siyaseta Kurd û Kurdistanî erka ku nayê taloqkirin e. Berevajî wê, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî ewqas ked û windahiyan, ji Kurdan re şikestineke dîrokî tîne.
Li Başûrê Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2025an de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêk hatin. Ji salekê zêdetir parlamento hate bêbandorkirin û hikûmeta nû nehat avakirin. Ev jî ji bo Kurdan wekî îradeya siyasî valahiyeke mezin û bêîstiqrariyê bi xwe re tîne.Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tiştên ku bi banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî pêk hatin, li aliyê Öcalan-DEM Partî û PKK’ê çîrokeke hilweşîn, teslîmbûn û “Tirkbûnê” ye.
Lêbelê doza Kurd û Kurdistanê, bi kûrahiya xwe ya dîrokî û aliyên xwe yên navneteweyî, yek ji têkoşînên milî yên herî tevlihev ên cîhana modern temsîl dike. Ji bo çareseriya taybet a Kurd û Kurdistanê, divê ev doza pêşî wekî têkoşîneke serxwebûnê were dîtin û pêşve biçe. Têkoşîna berxwedana Kurd a li Kurdistanê nêzîkî 220 salan e, divê wekî têkoşîna ji bo mafê çarenivîsa xwe ya miletê Kurd di dîrokê de cih bigire. Ev berxwedan, di pêvajoyeke ku ji serdema antîk heta Împaratoriya Osmanî, ji wir jî heta avahiyên dewleta netewe ya modern dirêj dibe, li hemberî dagirkirina berdewam a axa Kurdistanê û tepeserkirina nasnameya Kurd, wekî daxwaza bûyîna xwediyê axa xwe hatiye şekilgirtin. Daxwaza serxwebûnê ne tenê pariyê axê ye, mafê xwerêveberiya çandî, zimanî û siyasî ye û hewldana miletê Kurd a ji nesne bûyîna subjektê nîşan dide.
“Paradîgmaya nû” ya ku ji aliyê Öcalan-Devlet Bahçelî û bê hişmendîyek milî, yên PKK-DEM Partiyê ve tê meşandin, bi temamî armanc dike ku Kurdan ji hemû mafên xwe yên ji milkê miletbûnê bide bêpar û Tirkbûnê qebûl bike. Di sala 2025an de ev pirsgirêk bi awayekî giran hatin nîqaşkirin. Min jî di vê xalê de du gotarên xwe yên lêkolîn û analîz, di “Darka Mazî” û “yekitî Medya” ku ji aliyê kurdên Rojava ve derdikeve, bi Kurdî û Tirkî derketin. Sernavên van gotaran ev bûn:
“Aliyê Manipulasyonê yê Înkarkirina Miletê Kurd!” û
“Doza Kurd û Kurdistanê: Analîzeke Siyasî di Çarçoveya Serxwebûn, Ronahîbûn û Azadiyê de!”
Di van gotaran de bi kurtî:
“Di peyamên dawîn ên Abdullah Öcalan ên ji Îmraliyê hatine servîskirin de têgehên wekî ‘netewe ya demokratîk’, ‘konfederalîzma demokratîk’, ‘demokrasiya objektîf’, ‘entegrasyona objektîf’ ku turastîyek sosyolojîk e, bi temamî amûrên manipulasyona semantîk in. Ev têgeh, Kurdan ji subjektiyeta siyasî derdixin û di nav avahiya unîter a Komara Tirkiyê de wekî ‘cudahiya çandî’ bin daxistin û helandinê armanc dikin, projeyeke nû ya asîmîlasyonê ye.” min gotibû û di analîza din de jî;
“Doza Kurd û Kurdistanê nayê di çarçoveyeke olî de nirxandin. Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ne dozeke ‘ummetê’ ye; mîna ku daxwaza serxwebûna Katalanan ji Spanyayê bi biratiya Xiristiyanî nayê çareserkirin, doza Kurd û Kurdistanê jî di nav biratiya Îslamê de nayê çareserkirin. Çar dewletên ku li miletê Kurd înkar, zordarî û jenosîdê dikin, hemû Misilman in. Miletê Kurd bi piranî Misilman e jî, lê doza miletê Kurd li ser nasnameya etnîk û neteweyî hatiye avakirin. Mîna Bask, Skotlandî an Katalanan, ev têkoşîn bi hişmendiyeke milî ya sekuler pêş dikeve. Gotinên biratî û biratiya olî, bi gelemperî amûrên retorîk ên ku dewletên serdest ji bo tepeserkirina daxwazên neteweyî bi kar tînin û çareseriya rast asteng dikin. Doza Kurd û Kurdistanê divê di çarçoveya mafên mirov ên gerdûnî û mafên milî de were nirxandin.” Bi van gotinan bersiva “pêvajo” û manipulasyonan dabûm.
Ahmed el-Şaraa (Colanî) di 8ê Mijdara 2025an de ji bo çûyîna DY randevû standibû. Seroka şandiya pilebilind a yekem a ku DY bi lez û bez şandibû Şamê Barbara Leaf bû; Leaf agahiyên civîna bi rêberê HTŞ Colanî re parve kiribû. Leaf ku ragihandibû “Xelata 10 mîlyon dolarî ya ji bo Colanî hatiye rakirin”, piştî ragihandinê bala xwe daye ser rola Tirkiyê li Sûriyê û diyar kiribû ku divê Îran jî di pêşeroja Sûriyê de cih negire. Bi rêya rêxistinên terorê yên selefî ve avakirina “Sûriyeya nû” ne xuya ye ku pir hêsan be. Tê fêmkirin ku Amerîka bi dayîna erkê avakirina Sûrîyek nû û kontrolkirina van hêzên selefî, dixwaze bi vî rolê Tirkîyeyê bigihîje encamê. Ev jî tê wateya bihêzkirina karteke dijî-Kurd a cidî.
Colanî yê ku berê wekî terorîst bi 10 mîlyon dolar xelat lê hatibû danîn, li Qesra Spî ji aliyê Serokê DY Trump ve bi merasîmekê hate pêşwazîkirin. Wekî tê bibîranîn, Balyozê berê yê DY yê Şamê Robert Ford ragihandibû ku: “Colanî me perwerde kir û rêberî kir.”
Piştî vegera ji DY, Ahmed el-Şaraa yê bi navê Colanî hem zextekê bi Tirkiyê re li ser herêma Kurdan zêde kir, paşê li herêma Palmîrayê gule li leşkerên DY hate berdan. Di vê êrişê de du leşkerên DY û karmendekî sivîl jiyana xwe ji dest dan, sê jî birîndar bûn. Êriş bi awayekî fermî ji aliyê leşkerê artêşa girêdayî Colanî ve hate kirin. Ev jî nîşan dide ku her çend “Colanî me perwerde kir û rêberî kir” were gotin jî, hêzên girêdayî Colanî bi rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ, El-Qaîde û El-Nusra re têkildar in, avakirina Sûriyeke nû ji bo hêzên etnîk û neteweyî yên li Sûriyê metirsiyên giran digire.
Di sala 2025an de xeberek xemgînîyê ji Mamoste İsmail Beşikçî hat: Beşikçî, di danasîna belge fîlma jîyana Beşikçî (îsmaîlê Me) de krîzek xwîna ser mejû derbeskir. Hemû kurd bi bihîstina vê bûyerê pir xemgîn bûn.
Bûyerek din a bîranîna Mamosteyê mezin Melayê Cizîrî, bi beşdarbûna Kek Mesûd Barzanî re, hestekî milî û kurdistanî derket holê. Kurdan bi hestên bilin û bi pêşewazîyek mezin pêşmergê Qahreman pêşewazî kirin.
Kek Mesûd Barzanî bi tîmek pêşmergên qahreman yên biçek beşdarî Festîwala Cizîra botan bû û ev, tirkên barbar nerazî kir.
Di 2025an de xelatek ku ruhê milî yê miletê Kurd geşdike, ji terefê FÎFAyê de ji tîma lîstika futbolê ya Zaxoka rengîn re hat. Xelat, biryara “di cîhane de baştirîn tîma ku xwedî temaşevan û şopînerên kîbar û başin” bû. Vê xelatê, carek din îspatkir ku Kurd, ji bona doza Kurd û Kurdistanê yekrêzbin, dikarin serkevtinên mezin bidest bixin.

Şeyhmus Ozzengin
28.12.2025

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button