Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PAK: Ala Mahabadê li Başûrê Kurdistanê pêl dide

Yekîtî Media 21/1/2017

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi salvegera 71’emîn a damezirandina Komara Mahabadê li Diyarbekrê konferansek bi navê “Ala Mahabadê li Hewlêrê pêl dide” lidar xist. Di konferansê de Serokê PAKê Mustafa Ozçelik axaftinek kir.

Di axaftina xwe de Mustafa Ozçelik diyar kir ku “Ruhê Mahabadê li Başûrê Kurdistanê dijî. Ala Komara Kurdistanê ya Mahabadê niha li Hewlêrê pêl dide. Ew pêvajo bi serkeftinên Başûrê Kurdistanê didome.”

Ozçelik got jî: “Niha li Davos Serokê Kurdistanê li gel serok û rêberên din ên cîhanî re cîh digire. Prosesa dewletbûna Kurdistanê di dinyayê de xwedî piştgirî ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button