Otokrat xwînmij in

Selahedîn Çelîk

Du piştek û îdîayên serdestên tirk hene: Senteza Tirk-Îslam û xewna Împaratorîya Osmanîyan. A pêşî, netewîkirina ola îslamê ye. Di Sentezê de ne îslam, “Tirkbûn” li pêş e. “Erka Îslamê, parastina dewletê ye”. Ji wêkê melayên şelaf, bi diakirina dewletê dest bi xutbê dikin, ji wêkê serokê Diyanetê fetwayên komkujiyan dide.
Divê mirov, “nûjenkirina îslamê” bixwaze. Ol jî dijî û diguhere. Pêdiviya îslamê, bi her awayî bi reforman heye. Lê pirsgirêka îro ev e: Divê Îslam ji nîjad û artêşperestiya tirk bê rizgarkirin. Ji ber ku îslama tirk, ziviriye nîjadkujiya Kurdan.
Otokrat neyarên demokrasiyê, neyarên pêşerojê ne. Ji bo sibê konsepta wan tineye, ew xwe bi ya borî ve dizeliqînin. Împaratoriya Osmanîyan dezgeheke pirnetewî, artêşperest, feodal, talanker û mêtinkar bû. Temenê xwe tijî kir, cehimî çû, careke din nayê dinyayê.
Otokratê tirk, mirina Osmanîyan wek niheqiyê dibîne, dixwaze bi şer “niheqiyê” sererast bike. Ji zû ve çand û dezgehên wê çêdike. Hîtler jî encama Şerê 1914-18ê re, “niheqî” digot û rêya karesata Şerê 1939-45ê vedikir.
Destebiratiya hevşiban
Pirsgirêka dewleta tirk hebû. Dewletên jê mezintir li meydanê bûn. Li herêmên derdorê, her yekê yên biçûk diparastin. Dewleta tirk, bi NATOyê ceriband. Ji ber hişmendiya tundrew a îslamî û daxwazên dagirkeriyê, nebû. Çima ne bi Putîn re?
Putîn ê li Gurcistan û Ukraynayê NATO û YE xistî şermê, Putînê ji ambargoyê aciz, melîkê Sûrîyê bû. Wî jî, neteweperestî kiribû al. Aborî radestî olîgarşên xwe kiribû. Parlamento û hilbijartin hebûn, lê tenê bi nav. Dijberî? Kî dengê xwe dertanî, ew digirtin an kujer dişandin ser wan. Ji kuştinên Putîn niqandinek:
Paul Klebnikow rojnamevan bû û hemwelatiyê DYAyê. Têrê nekir. 2004ê li Moskovayê di xebata redaksiyonê de ew kuştin.
Anna Stepanowna Politkowskaja, rojnamevan û parêzvana mafên mirovan bû. Cotmeha 2006ê, li ser derenceyên mala wê, ew kuştin.
Alexander Litwinenko kevnesîxur bû, xwe sipartibû Birîtanyayş. Madeyên radyoaktîf xistin çaya wî. 23.11.2006ê bi êşeke bêderman mir.
Natalia Estemirowa, parêzvana mafên mirovan bû. Li ser Çeçenistanê dinivîsand. 2009ê termê wê dîtin.
Boris Abramowitsch Beresowski, siyasetmedarekî dijberê Putîn bû. 2000ê reviya, çû Îngilistanê. 2013yê li mala wî termê wî di serşokê de dîtin.
Boris Jefimowitsch Nemzow jî, siyasetmedarekî dijber bû. Şeva 27.02.2015ê li Moskovayê li nêzî Kremlînê ji pişt ve ew dan ber çar berikan.
Herî dawî 4.03.2018ê kevnesîxur Sergei Skripal û keça wî Julia, li İngilistanê li bajarê Salisbury bi gazê jehirandin. Bav û keç, di xetereya mirinê de ne.
Di kuştinan de pêdiviya hogirê tirk, bi Putîn tineye. Tirkiye hêlîna kujeran e. Dibe kuştina Tahir Elçî, Putîn jî hesidandibe. Dimîne jehra nukleerî.
Diyar e; hevkariya otokratan, ne tenê ji berjewendiyên jeopolîtîk tê, ew berhema hevşibiya xislet û derûniya wan e jî.
Tepika hecê Efrîn
Hûn dikarin navê “guherîn” an “hewldana guherandina pergala dinyayê”, li tiştên min rêzkirî bidin. Ew pêvajoyek e, li vir û wir diqewime. Şerê Suweyşê (1956), bûbû sedemê dawî ku Îngilistan ala emperyalîzmê yekcar radestî DYAyê bike.
Efrîn navê pirsa Kurd e. Ew, beşeke pirsa Sûrîyê ye. Ew, berdewamiya bûyerên Îraq û Kurdistana Başûr e. Ew, qada konsepta dijî Kurdan a dewleta Tirk e. Ew, qada hevpariya herdu otokratan e. Efrîn, qada rikberiya Rûsya û DYAyê ye jî.
Li ser Kurdan planan diceribînin. Qedrê jiyana wan tineye. Kujeriyeke hevpar heye.
Ji bo Tirkan: Her şer, ji bo serdestiya navxweyî ye jî. Heke Kurd tê kuştin û Tirk çepikan lê dide, ew her zilmê heq dike. Ji ber ku dijberiya li Rûsyayê li Tirkiyê tineye, otokratê Enqerê berê xwe nade Tirkan. Ma mirov ji tişta tine ditirse?
Şerpezeyiya devletin Rojavayî
Eşkere ye, ji ber Putîn gavên paş tavêjin. Wê encama siyasî, aboriyî û leşkerî yên tirsa wan, erjeng be. Rojhilata Navîn diçe, Balkan jî ducanî ye. Min bi kurtayî got, nîjadperestiya Ewropa ji alifê otokrasiyê dixwe.
Weke we, çavê min jî li dezgehên mafên mirovan û hestyariya mirovahiya geriya. Yên dûh qala lehengiya kurdan dikirin, ne ji xwepêşandanên kurdan be, wê qet qala Efrînê nekin. Bila bizanabin, li Efrînê ne tenê Kurd, mirovahî jî dimire.
Ew bi xwe dibêjin; yên YN û YEyê jî têde, bandora dezgehên mafên mirovan ên navneteweyî nemaye. Efrîn, navê wê mirinê ye. Berjewendiyên emperyalîst, mafên mirovan herimandine. Mafên mirovan, ji bawerî û fidekariyê derketiye, bûye mijara debara xwe kirinê. Encam; bêdengiya îro ye.
Li Efrînê şerê David û Goliath e. Efrîn bişikê, wê ew ne şerma wê be, lê wê ya we be. Divê hûn vê ji herkesî çêtir bizanibin: Ên li Madrîd, Parîs, Bruksel, Londra û Berlînê we kuştin û yên Efrînê dikujin, ji yek hevîrê çêbûne. Piştevanî û bertek be, hima vêga! Sibê ti xêra roman û fîlmê êşê nabe.

You might also like

Comments are closed.