Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Obama: Ew gelek zîrek e

Yekîtî Media 6/7/2016

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barak Obama yekem car e ku beşdarî mitînga hilbijartênê ya namzeda Partiya Demokrat Hilary klinton dibe û got “Ez dizanim ew çiqas zîrek û ji bo bûyeran amadekar e.”

Obama beşdarî mitînga Klintonê a li bajarê Karolinaya Bakur bû û gotarek piştevaniyê pêşkêş kir.

Obama û Klinton bi balafira serokatiyê a bi navê Air Forceê ji paytext Waşingtonê berê xwe dan Karolinaya Bakur û li wê derê axaftinek ji dendêrên Partiya Demokrat re pêşkêş kirin.

Serok Obama bipesn behsa wan rojên wezîra berê Klinton kir û got, “Ez dizanim ew çiqas zîrek û ji bo bûyeran amadekar e.”

Obama ji dengêran xwest ku deng ji bo Klinton bidin û wisa pêde çû, “Klinton keseka bîrbir bû. Wexte kar têk diçû an wekî dihat xwestin nedibû dîsa dizanîbû ew kar konrol bikira.”

Ji aliyê din Klinton da zanîn ku her dengek ji bo hilbijartinê girîng e û baweriya min heye ku ez di hilbijartinan de biser bikevim.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button