Break newsNûçeslide

Nûrî Birîmo: pêşmergeyên Roj di demeke nêzîk de derbasî Rojava dibin

Yekîtî Media 31/1/2017

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Nûrî Brîmo, Li gor nûçeya kdp.infoyê got, ku dê guhertineke mezin li Rojava çêbibe û li demeke nêzîk jî Pêşmergeyên Roj ên li Herêma Kurdistanê perwerde bûne derbasî Rojava bibin.

Brîmo li ser derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê got ku dê PYD jî di çarçoveya van guhertinan de razî bibe û wiha axivî: “Artêşa Roj ji bo wê yekê hatiye avakirin ku bergiriyê li ax û ala Kurdistanê bike û di demeke pir nêzîk de dê ew hêz here Rojavayê Kurdistanê û li wir bi cih bibe.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button