Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nûnerê Serokê Amerîkayê : Dem ji bo referandûmê ne guncaw e

Yekîtî Media 14/7/2017

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞê Bret MaGurk radigihîne, ku hîna başûrê Herêma Kurdistanê û Kerkûkê di destê DAIŞê de ye lewma dem ji bo encamdana referandûmê ne guncaw e.

Bret MaGurk li Waşingtonê bersiv da pirsekî Rûdawê û ragihand, ku wî  ji  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re ragihandiye ku ew dema  encamdana giştpirsiyê guncaw nabînin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞê got: “Hefteya derbasbûyî di vî warî de, min li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebedî û Serok Barzanî şêwir kirine. Me gotiye em ne bi wê yekê re ne, ku li meha Îlona îsal pêvajoya giştpirsiyê birêve biçe.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button