Break newsRagehandinslide

Nivîskarê Tirk Hesen Cemal: Bi berdewam xewna dewleta Kurdî li cem Barzanî hebûye

Yekîtî Media 4/6/2017

Rojnamevanekî navdar ê Tirkiyê pirtûkek li ser proseya aştiyê li Tirkiyê nivîsiye û rojnameya “Kurdistana Nû” ya rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi zincîre ew pirtûk belav kiriye, roja 3 Hizêranê jî di beşek ji wê pirtûkê de, li ser helwesta siyasî yên serkirdeyên Kurd bûye.

Di pirtûka nivîskarê Tirk Hesen Cemal de behsa nêrîn û helwesta serkirdeyên siyasî yên Kurd li ser proseya aştiyê dike û bo wê mebestê jî hin hevdîtin ligel Barzanî û Talebanî bibîr aniye.

Rojnamevanê Tirk amaje bi yekem hevdîtina xwe ligel Mesûd Barzanî dike û dibêje, “Yekem hevdîtina min ligel Mesûd Barzanî di sala 1993an de li bajarê Dihokê bû, wê demê min ji Barzanî pirs kir ku, xwena wî ya dewleteke Kurdî ya serbixwe heye, bersiv da û got ‘Belê’”

Herwiha Hesen Cemal nivîsiye, “Piştî 10 salan ji wê hevdîtinê, di Gulana 2003an de dema rûxandina rêjîma Sedam Hisên, li havîngeha Selahdîn bo cara duyem min Barzanî dît, dubare min heman pirs jê kir, wî jî bi vî awayî bersiv da ‘Belê’ Di salên piştre heman pirsê jê bike, bersiva xwe wek xwe dimîne û naguhêre.”

Di vê serdemê de jî min xwast heman pirsê ji Barzanî bikim, ku bizanim xewna avakirina dewleta Kurdî heye, berî ku pirsa xwe bînim ser ziman, Barzanî bi pêkenîn gotî “Bersiva min nayê guharin”

Hesen Cemal di nivîsa xwe de girîngiyeke mezin daye pirsa Kurdî û bo çareserkirina wê pirsê, çendîn hevdîtin ligel serkirdeyên Kurd (Mam Celal, Mesûd Barzanî û Abdulah Ocalan) kiriye û lêkolîn di mafê rewa yê gelê Kurd de kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button