Break newsNûçeslide

Nivîsgeha Tevgera Çaksazî ya Kurd li Qamişlo hat girtin

Yekîtî Media 18/3/2017

Asayişa PYD, nivîsgeha Tevgera Çaksazî ya Kurd li Qamişlo girtin.

Roja 13 Adarê Desteya Navxwe li Cizîrê ya ser bi PYDê ve hişyariyê da partiyên siyasî yên Kurd, heger di 24 demjimêran de muhletan wernegirin, dê ji aliyê hêzên asayişa PYD ve bêne girtin.

Ji piştî wê biryara Desteya Navxwe ya PYD, piraniya baregeh, navendên ENKSê û partî û rêxistinên ser bi wê ve hatine girtin.

Li gorî zanyariyên ENKSê hejmara navend û nivîsîngehên hatine girtin li ser asta tevaya Rojavayê Kurdistanê gihiştiye nêzî 50 nivîngehî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button