Break newsNûçeslide

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKS ligel şêwermenda balyozê Amerîkî li Sûriyê civiya

Yekîtî Media 24/1/2017

Nivîsgeha pêwendiyên derve û yên niştimanî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Kamîran Haco û endametiya Dr. Kamîran Hac Ebdo û Silêman Oso û Fêsel Yûsif û bi amadebûna Hewas Eqîd nûnerê ENKS di desteya siyasî ya koalisyona rikber, roja 23ê çile, hevdîtinek ligel şêwermenda siyasî ya balyozê Amerîkî li Sûriyê Jêllî.

Di wê hevdîtinê de ENKSê nerîna xwe derbarî çareserkirina siyasî li Sûriyê şirovekir, û tekezî li ser misogerkirina mafên netewî yên miletê Kurd di Sûriya paşerojê de kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button