Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nêzîkbûna Tirkiyê û Rûsyayê ziyanê digihîne Îranê

Yekîtî Media 4/7/2016

Nameya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bo Serokê Rûsyayê, ew yek zelal kir, êdî bazirgan û sermayedarên Rûs dikarin bê ti berbestekê berhemên xwe jibo bazara Tirkiyê bişînin, lê ewa ku ji bazara Rûsyayê hate derxistin Îran bû.

Îranê karî sûde ji nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê bibîne, lê berûvajî vê yekê, bazirgan û sermayedarên Tirk ku bi awayekî bazara Rûsyayê bo wan girîng bû.

Îranê li her deriyekî dixist heya bikare bazirganiya xwe digel Rûsyayê de berferehtir bike, lê îsal tenê bi buhaya 50 milyon dolar berhemên xwe bo Rûsyayê şandin. Lê ji ber ku ji bo Rûsya hem jî ji bo Tirkiyê herdu welat wek cemserke geştiyarî tê naskirin û bazirganî û geştiyariya wan bihêz e, careke din Îranê nikarî di bazara Rûsyayê de serkeftinê bidest bixe.

Li gor dawî dahatên fermî yên gumrika Îranê, asta şandina wî welatî di 3 mehên destpêka îsal de û li gorî heman demê ya sala borî nêzîkî ji sedî 52 daketiye.

Niha Îran li benda wê yekê ye, ku li pêş Tirkiyê dikare çawa cihê xwe di bazarên Rûsyayê de bigire, lê ji bo wê yekê jî pêdivî ye hejmareke zor ji proje karên nû ji bo Rûsyayê heye.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button