Break newsRagehandinslide

Netewên Yekgirtî penabereke Sûrî wek Balyoza Niyazpakiyê destnîşan kir

Yekîtî Media 20/6/2017

Netewên Yekgirtî penabereke Sûrî wek Balyoza Niyazpakiyê destnîşan kir, ku bû yekem penaber û biçûktirîn balyoz di dîroka Netewên Yekgirtî de.

Netewên Yekgirtî penaber û çalakvana Sûrî Mizwên El-Milîhan wek Balyozê Niyazpakiyê ji bo rêxistina Unisefê destnîşan kir. Rêveberê Cîbicîkar di Unisefê de Justin Forsyth jî ragihand, “Hêz û wêrekiya Mizwên El-Milîhan karînê dide me ku em armancên xwe yên mirovî bicih bînin û em serbilind in ku ew keça Sûrî bibe Balyoza Niyazpakiyê bo rêxistina me.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button