Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Netewên Yekgirtî : Ji ber êrîşên Rêjîma Sûriyê gelek sivîl li Xûta Rojhilat bûne qurbanî

Yekîtî Media

Netewên Yekgirtî ragihand ku bi sedema êrîşên artêşa Rêjîma Sûriyê, bi dehan welatiyên sivîl li Xûta Rojhilatî Şamê bûne qurbanî.

Li gorî Netewên Yekgirtî, li ser dirêjiya 10 rojên şer, heya niha 85 welatiyên sivîl hatine kuştin, bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne.

Xûta Rojhilat dawîn navçeya opozisyona Sûryê ye li Şama paytexta Sûryê, piştî şikandina DAIŞê, Rêjîma Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê dixwaze desthilata xwe li ser hemû axa Sûriyê ferz bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button