Break newsNûçeslide

Netewên Yekgirtî : 70 hezar welatiyên sivîl li Efrînê bi pêwîstî alîkariyê ne

Yekîtî Media
Berdevkê Komisyona NY ê alîkariyên mirovî (OCHA) Jens Lerke ragihand ku li Efrînê 50-70 hezar sivîl mane û pêwistiya van sivîlan bi alîkariyên mirovî heye.
Berdevkê Komisyona NY ê alîkariyên mirovî (OCHA) Jens Lerke li Cenêvê di konferanseke rojnamevanî de got, “Li gorî zanyariyên me li Efrînê di navbera 50 û 70 hezarî de sivîl mane.”
Jens Lerke da zanîn ku heta niha ji ber şer û pevçûnan 170 hezar kes neçar mane ku ji Efrînê derkevin û ji van 135 hezar kes koçî Tilrefetê û gundên derdora wê bûne.
Jens Lerkê amaje bi wê yekê jî, kir ku sivîlên ku ji bajêr derketine û li deverên din bicih bûne pêwistiya wan bi alîkariyên mirovî hene.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button