Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Netewên Yekbûyî : rewşa mirovatî li Helebê aloztir dibe

Yekîtî Media 13/12/2016

Derbarê rewşa Helebê Wezareta Derve ya Fransayê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, civînekê lidarbixe, herwiha daxwaza roleke xwe ya cidî di parastina welatiyên sivîl de bike kir, ji aliyeke din Fransayê daxwaz kir ku, bi awayekî lezgîn şerê wî bajarî were rawestandin.

Herwiha Neteweyên Yekbûyî di kongireyeke rojnamevanî de taybet bo bajarê Helebê ragehand ku, mirovatî li Helebê hilweşiya ye, herwiha  rêjîma Sûriyê bi kuştina welatiyên sivîl li 4 taxên Helebê tometbar kir, da zanîn ku, rêjîmê 82 kes li 4 taxên rojhelatê bajêr gullebarankirine.

Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku, bi hezaran kes heta niha li Helebê dorpêçkirîne û kesên ji wan taxan jî direve alîkariya wan nayê kirin.Herwiha tekez kir ku ew nikarin alîkariyan bighînin wan taxên dorpêçkirî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button