Break newsNûçeslide

Netewên Yekbûyî hewila derxistina biryareke nû derbarê Sûriyê dike

Yekîtî Media 3/12/2016

Hejmarek ji welatên endam di komela giştî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, daxwaza lidarxistina civîneke fermî derbarê rewşa dawî ya Sûriyê kirin, nûnerên wan welatan di Netewên Yekgirtî de ragihandin, ku niha welatê Keneda pirojebiryarekê derbarê rawestandina şer û rakirina dorpêçê ji ser Helebê amade dike, eger hat û ew piroje bi dawî bê, ew çaverê dikin ku,di hefteya dahatî de civîna Komela Giştî were lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, zêdetirî 220 rêxistinên mirovî ji 45 welatan, di nav wan de Rêxistina Lêbûrîna Cîhanî, û rêxistina mafê mirovan Human Writes Watch, ragihandin ku Encûmena Ewlekariyê nekariye parastina gelê Sûriyê bike û daxwaza civîneke awarte li Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button