Break newsNûçeslide

Necmedîn Kerîm: Dema cudabûna ji Iraqê ye

Yekîtî Media 1/8/2017

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, niha dema wê ye Kerkûkî di referandûmê de deng bidin û ji Iraqê cuda bibin û ser bi bi Herêma Kurdistanê bikevin.

Parêzgarê Kerkûkê di hevdîtinekê de ligel kenala “CNN” a Amerîkî de ragihand, dîroka pêwendiyên Kurd û Iraqê û stemkariyên ji aliyê Bexdayê ve li Kurd hatine kirin, ew rastiya diyar kir ku êdî nema Kurd dikarin ser bi Iraqê ve bimînim.

Necmedîn Kerîm got jî: “Heger Iraq bi heman rêçeya niha de berdewam be, bawer nakim ku Iraq yekperçe bimîne.”

Parêzgarê Kerkûkê tekez kir, gelek welat hene destêwerdan di karûbarên navxwe yên Iraqê de dikin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Necmedîn Kerîm got, tevî Amerîka gelek hevkarî bi Iraqiyan re kiriye, lê niha jî hejmarek mezin ji serkirdeyên Iraqê, Amerîka wek dijminê xwe dizanin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button