Break newsNûçeslide

Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn me hemûyan kom dike

Yekîtî Media 24/5/2017

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de wek pêwendiya di navbera kirêçî û xwediyê xaniyekî diçe, bi me herdu aliyan jî ew pêwendî ne xweş e. Nêçîrvan Barzanî got jî: “Serxwebûn me hemûyan kom dike”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Konferansa “Herêma Kurdistanê di navbera bijardeyên siyasî yên niha yên navxweyî û Rojhilata Navîn de” gotarek pêşkêş kir û behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bi taybet ya darayî, mirovî, ewlehî, paşketina mûçeyan û pêngavên Herêma Kurdistanê bo serxwebûnê kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de bi boneya teqîna Manchester a Brîtyanyayî serxweşî li malbatên qurbaniyan kir û hikûmeta Brîtanyayê kir û got: “Gelê Kurd di bereya pêşî ya şerê li dijî terorê de ye û ew teqîn nîşan dide ku pêwîst e civaka navdewletî bi hev re kar bo jinavbirina terorê bike.”

Di dirêjahiya vê babetê de amaje bi wê da, “Ti demekê bîr û baweriya me berve tundiyê nebiriye û berdewam bûn bo parastina pêkhateyên olî û netewî û tevî qeyrana darayî û fişara mezin li ser kartên tenduristî û perwerdeyê û herwiha pirsgirêkên siyasî, me pêşwaziya li koçberan kir û li Kurdistanê ti arasteyek berve tundûtûjiyê tune ye.”

Di beşeke din de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e bîr li pêngavên pratîkî bo pêşerojê bavêjin. Serxwebûna destpêka qonaxeke nû ye di rêyeke rast de.

Derbarê projeyên ku hatine ragirtin de amaje bi wê da: “Di demekê de proje rawestiyane, spasiya wan kesan dikim ku di karê xwe de berdewam bûn, bêyî ku çavên wan li pereyan be û berve bidawîbûna qeyranê diçûn.”

Di beşeke din de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa girîngiya karkirina bi hev re di warê siyasî kir û got: “Tenê bi riya karkirina bi hev re dikarin li ser asta navdewletî bi yek dengî biaxivin, nakokiyên siyasî bidawî nabin û ew beşek e ji proseya siyasî ye, lê bi diyalogê dikarin çareseriya tevahiya pirsgirêkan bikin û serxwebûn me hemûyan kom dike.”

Derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî ragihand, “Rewşa niha ya ligel Bexdayê li ser kaxetan cuda ye ji pratîkê. Kurdistan serbixwe dikare bibe alîkar bo aramiya navçê. Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê wek pêwendiyên di navbera kirêçî û xwediyê xanî ve diçe, ew pêwendî bi herdu aliyan ne xweş e.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button