Break newsNûçeslide

Nêçîrvan Barzanî: Hewlên cidî bo çareserkirina pirsgêkên Hewlêr û Bexdayê hene

Yekîtî Media

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, çend hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê hene, têne kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşwazî li wan hewlan dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wek tê gotin, Bexdayê dema daxistana firokxaneyên Herêma Kurdistanê dirêj kiriye, Ebadî wê yekê wek karta fişarê li dijî Herêma Kurdistanê bikar tîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî, di civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, nirxandina li ser pirsgirêkên ligel Bexdayê hate kirin.

Herwiha got jî, di civînê de tekezî li ser encamdana çaksaziyê hate kirin û her biryarek ji parlemantoya Kurdistanê bê derkirin, pê pabend dibin.

Derbarê vekişandin yan mana Yekgirtûya Îslamî di hikûmetê de, Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, îro civîneke wan ligel şanda Yekgirtûya Îslamî heye û wê pirsê ligel wan gotûbêj dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftane de çend amarên derbarê dahata petrola Herêma Kurdistanê diyar kirin, lê wî amarên xwe bi zanyariyên temam nebestiye. Ji ber wê min Komîta Petrolê a Encûmena Wezîran bi wê pirsê raspardiye, da hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmar bersiva axaftina Ebadî bide.”

Derbarê rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Mixabin li çend cihan Erebkirina navçeyên Kurdistanî dest pê kiriye, ev jî ne di berjewendiya ti aliyekî de ye, belkû ne aramî û bêbaweriya zêdetir dirust dike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button